Li Lubnanê teqîn 22 kes mirin, 325 kes birîndar bûn

Li Lubnanê teqîn 22 kes mirin, 325 kes birîndar bûn

Li Lubnanê duh êvarê teqîn pêk hat û 22 kes mirin, 325 kes birîndar bûn. Li welat şîna netewî hat îlankirin.

Li Dahiye ya Başûrê Beyrutê li herêma ku tê gotin Şîî zêde dijîn û biryargeha Hîzbûlanê ye duh di saetên êvarê de wesayîtek bombebarkirinê teqiya.

Çavkaniyên polîsan diyar kirin ku 22 kes miriye û 325 kes jî birîndar bûne. Her wiha hate diyar kirin ku agahiyên polîsan dane jî tam ne zelal e. Ajansa Çapemeniya Netewî (ANI) diyar kir ku mêrek bi 3 zarokên xwe re wendaye.

Polîsê Lubnanê ji bo tespîtkirina nasnameyan bang li xizmên wendayan kir ku serî li qerekolê bidin û mînakên DNA’yê bidin.

PIŞTÎ TEQÎNÊ HERÊM KET BANDORA AGIR

Duh piştî teqînê agir derket û encama agir de bi hezaran kes di malên xwe de mahsur man. Teqîn li herêma  aliyên girêdayê Hîzbullaha bi navê Rusîs pêk hat.

Li Lubnanê şîna netewî hat îlankirin û der barê merasîma cenazeyan de tu tiştek nehat gotin. Polîs lêkolînên xwe didomîne.