Li Lubnanê tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin
Bi sedan Kurdên li paytexta Lubnanê, li Beyrûtê dijîn bi meşekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Bi sedan Kurdên li paytexta Lubnanê, li Beyrûtê dijîn bi meşekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Meş ji kolana Bişara El-Xûrî dest pê kir, ber bi navenda Neteweyên Yekbûyî ve herikî û li qada Riyad El-Silih rawestiya. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên YPG/YPJ/TEV-DEM′ê hildan û bi dirûşmeyan tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin.
Li qadê deqeyekê rêz hate girtin, daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Endamê TEV-DEM′ê Elî Qamişlove hate xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ″Zêdeyî 18 salan e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zindanê de li hember faşîzma Tirk li ber xwe dide. Rêbertî rastî gelek cureyên êşkenceyê tê û ji hemû mafên xwe ku di belgeyên navneteweyî de hatine destnîşankirin, bêpar maye.
Rayedarên Tirk destûr nadin parêzer û malbata Ocalan ku serdana wî bikin. Sedema vê yekê ew e ku Tirkiyê ditirse ku di encama têkîliyê bi Ocalan re doza Kurd were çareserkirin.
Ocalan avakerê projeya demokrasiyê ku li ser bingeha biratiya gelan û neteweya demokratîk hatiye hûnandin. AKP′ê tecrîdê li ser Rêbertiyê ferz dike, lê nikare rê li pêşiya belavbûna felsefeya wî bigire. Sîstema Federal li Bakurê Sûriyeyê bi ser dikeve û planên AKP′ê têk diçe.
Em tecrîda li ser Ocalan şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hember vê dozê xwedî helwesteke mirovî bin û kiryarên AKP′ê sînordar bikin.”
Piştre çalakvanan dirûşmeyên ″Şehîd namirin″, ″Kûjer Erdogan″ û dirûşmeyên ji bo azadiya Ocalan berz kirin.