Li Lorientê ji Ocalan re 1025 îmze

Li Lorientê ji Ocalan re 1025 îmze

Li bajarê Lorient yê Fransayê ku îna borî di 21’mîn Mîhrîcana Humainiter Fete (Cejna mirovahiyê) ya ji aliyê Partiya Komînîst ya Fransayê (PKF) ve hate organîze kirin de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 1025 îmze hatin komkirin.

Çalakiya ku her sal weke kevnepoşî organîze dikin roja Yekşemê di demjimêrên dereng de bidawî bû. Li Lorientê ciwanê Kurd 3 rojan 1025 îmze komkirin. Li aliyê din di çalakiyê de broşur û belavokên ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan jî vedigotin hatin belavkirin.

Malbata Seven ya li herêma Rennesê jiyan dike, di standên ku dawiya her hefteyê vedikirin de 10 hezar îmze komkiribûn.

Di hefteyên pêş me de dê li Lorienttê standên îmzeyan bêne danîn.