Li Londonê hovîtiya bi kêran

Li Londonê hovîtiya bi kêran

Îngilîstan, di kuştina doh a leşkerekî li nava kolanan, ket alarmê.

Li başûrrojhilatê paytexta Îngilîstan Londonê, du êrişkarên di destê wan de kêr hebûn li nêzî baregeheke leşkerî, leşkerek li ser rê kuştin.

Hat ragihandin, ku êrişkaran qirika leşker jê kirine û piştî ew kuştine bi qasî 20 deqeyan li cihê bûyerê mane. Piştre, polêsên dor li cihê bûyerê girtin, bi çekan êrişkar birîndar kirin û herdû êrişkarên birîndar rakirin nexweşxaneyê. 

Çavkaniyên polês û ambûlansê dan xuyakirin, ku di bûyera doh berêvarê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û du kesên tên gotin êrişkarîn birîndar bûne.

Serokwezîrê Îngilîstanê David Cameron ku hingî li Fransayê bû, bûyer weke "qirêj û hov" bi nav kir. Cameron got, "Ev sûcekî hovane ye. Polês ji bo rastiya bûyerê eşkere bike, di nava lêkolîn û lêpirsînan de ye.