Li Licê leşker bi hev ketin

Li Licê leşker bi hev ketin

Li Fermandariya Alayê ya Cendermayan a Licê, leşkerê bi navê Muhammed Siddik Çîntîmar li êrişa çekdarî ya leşkerê pê re ket nava nîqaşê rast hat û bi giranî birîndar bû.  

Hat îddîakirin ku Muhammed Siddik Çîntîmar ê bi eslê xwe ji Aşkeleh a Erziromê ye û li Fermandariya Alayê ya Cendermeyan a Amedê leşkeriyê dike, rastî êrîşa bi çek hatiye. Hat ragihandin, piştî Çîntîmar bi leşkerekî re nîqaş kiriye, li êrişa çekdarî ya wî leşkerî rast hatiye. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, Çîntîmar ê ku ji bin milê xwe birîndar bûye bi helîkopterê rakirine Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê. Tê gotin, rewşa leşkerê birîndar giran e.