Li Leipzigê çalakiya li dijî dewleta Tirk
Komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kir, li bajarê Leipzig ê Elmanyayê hate şermezarkirin.
Komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kir, li bajarê Leipzig ê Elmanyayê hate şermezarkirin.
Li bajarê Leipzig ê eyaleta Saksonya ya Elmanyayê, ji bo berxwednaa Efrînê çalakî hate kirin. Di çalakiyê de li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên Elmanyayê li Rojava dike, lîstikeke şano hate pêşkêşkirin.
Piştî şanoyê daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku çekên ku Rhein Metal û fîrmayên mîna wê yên Elmanyayê difiroşin, mirovên bêguneh dikujin. Hate xwestin ku bes çek ji Erdogan re bên firotin.