Li Lampedûsa keştiya koçberan binav bû: Herî kêm 92 mirî
Li Lampedûsa keştiya koçberan binav bû: Herî kêm 92 mirî
Li Lampedûsa keştiya koçberan binav bû: Herî kêm 92 mirî
Li nêzî Girava Lampedûsa ya li başûrê Îtalyayê, keştiyekê bi sedan koçber tê de bûn binav bû û di encamê de herî kêm 92 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan koçber winda bûn.
Şaredara Lampedûsa Gîûsî Nîcolînî ji ajansa nûçeyan a ANSA re axivî û bi girî got, "Ev tiştekî tirsenake tirsenak. Timî cenaze tên hilgirtin." Nîcolînî diyar kir ku di nava wan de jin û zarok hene. Ji Vatîkanê Papa Françoîs jî got, "cihê şermê ye". Li gorî bîlançoya niha ya ewlekariya peravan da, herî kêm 92 cenaze ji deryayê hatin derxistin.
Tê gotin di keştiyê de 400-500 koçber hebûn. Saet di 11:00 de 151 koçber bi awayekî zindî ji aliyê masîgir û ewlekariya peravê ya Îtalyayê ve hatibûn rizgarkirin.
Hat ragihandin ku lêgerînên li deryayê li dora Giravên Kêrgo yên li nêzî Girava Lampedûsayê dewam dike.
Roja Duşemê 13 koçberên ji Erîtreyî dema xwestin xwe bigihêjînin Giava Ragûsa ya li başûrrojhilatê Sîcîlyayê fetisîbûn û jiyana xwe ji dest abûn.
Di serî de peravên Sîcîlyayê li Îtalyayê, ji destpêka salê û vir ve 22 hezar koçber gihaştin. Ev yek jî sê qat li tevahiya hejmara sala bihurî ye.