Li Kurdistan û Tirkiyeyê komkujiya Enqereyê tê protestokirin

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi sed hezaran welatî ji bo komkujiya li Enqereyê li dijî mîtînga aştiyê pêk hat şermezar bikin meşiyan û çalakî pêk anîn.

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi sed hezaran welatî ji bo komkujiya li Enqereyê li dijî mîtînga aştiyê pêk hat şermezar bikin meşiyan û çalakî pêk anîn. Girseyên ku li Colemêrg, Wan, Bêdlis, Riha û gelek bajarên din daketin kolanan û Serokkomar R. Tayyip Erdogan û hikûmeta AKP'ê şermezar kirin. Girsê sond xwar ku wê hesap ji kujeran bipirsin.

COLEMÊRG

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, bi hezaran welatî û rêveberên HDP û DBP'ê li gel saziyên sivîl ên civakî, neçûn ser kar û li navçeyê meşek girseyî pêk anîn. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî bi heman armancê bi hezaran kesan meş pêk anî û komkujî şermezar kirin. Girseya ku meş pêk anî piştre li taxan belav bûn û çalakiyên xwe li gelek taxên Geverê berdewam kirin.

ÎDIR

Hevparên KESK û DİSK'ê yên ÎDirê jî bi heman armancê li Qada Şaredariyê kom bûn û çalakî pêk anîn. Wekîlên HDP'ê yên Îdirê M.Emin Adıyaman, Kiznaz Turkeli, revebrên DBP, HDPê jî tev li çalakiyê bûn û komkujî şermezar kirin.

WAN

Li navçeya Şaxê ya Wanê jî endam û rêveberên HDP û DBP'ê bi heman armancê daxuyanî dan çapemeniyê û komkujî şermezar kirin. Girse li ber buroya hilbijartinê ya HDP'ê kom bû û çalakî pêk anî.

Li navçeya Bêgirê ya Wanê jî bi heman armancê çalakî hat lidarxistin. Endam û rêveberên DBP û HDP'ê yên Bêgirê li qada Cumhuriyetê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê.

Li navçeya Navendî ya Îpekyolû jî Meclîsa Gel a Demokratîk daxuyanî da çapemeniyê. Meclîsê di daxuyaniyê de bang li her kesî kir ku bi şevê dakevin kolanan û çalakiya dengderxistinê pêk bînin.

BÊDLÎS

Rêxistina HDP, DBP ve KESK'ê jî bi heman armancê li ber avahiya HDP'ê ya Bajar daxuyanî da û komkujî şermezar kir.

EDENE

Rêxistina HDP'ê ya Ceyhanê jî li ber nûnertiya Herêma Ceyhanê ya HDP'ê daxuyanî da û komkujî şermezar kirin.

RIHA

Li navçeyên Xalfetî, Wêranşarê yên Rihayê û navenda Rihayê jî bi heman armancê çalakî hatin li darxistin

Li navçya Xalfetî Ya Rihayê Nûnertiya Egîtîm Sen'ê meşek girseyî pêk anî. Endam û rêveberên HDP û DBP'ê jî piştgiri dan çalakiyê.Girsê bi pankart, dowîz dirûşman meş pêk anîn û komkujî şermezar kirin.

Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî bi heman armancê li kolana Karacadag çalakî hat lidarxistin. Girseya ku li ber Buroya hilbijartinê ya HDP'ê kom bûn, daxuyanî dan û komkujî şermezar kirin.

Li navenda Rihayê jî bi hezaran kes meşiyan û komkujî şermezar kirin.

DÎLOK

Saziyên ked û demokrasiyê yên Dîlokê jî bi heman armancê li Parka Yeşîlsu çalakî pêk anîn. Endam û rêveberên HDP, EMEP, ESP, DBP, YSGP, SYKP, ÎHD, ODP, KESK, DÎSK, TTB, TMMOB û gelek saziyên din beşdarî çalakiyê bûn û komkujî şermezar kirin.