Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Krasnodar û Adigeyê pêşketinên li Rojava hatin nîqaş kirin

Li Krasnodar û Adigeyê pêşketinên li Rojava hatin nîqaş kirin

Li bajarê Krasnodar û Komara xweser ya Adîgey ya Rûsyayê di civîna gel de endama Desteya Bilind ya Kurd Sînem Muhamed tevlîbû û pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê nirxandin.

Di civînê de endama Desteya Bilind ya Kurd Sînem Mihemed axivî û balkişandin ser pêşveçûnên li Sûriyeyê û diyarkir ku, bi teqez Kurd li dijî mudaxeleyekî derve ya Sûriyeyê ne. Sînem Mihemed destnîşankir ku, “Rejima Sûriyeyê ya heyî xwe xilas kir. Lê belê nayê pejirandin ku, Îslamiyên radîkal yên ne Kurdan, ne Elewiyan û ne jî nûnerên baweriyên cûda cidî negirin bêt. Em xwe weke perçeyek ji şoreşê dibînîn. Textîk û stratejiyek me heye, bila tu kes zoriyê li me neke. Em baş dizanîn ku em çi dixwazîn, lê belê muxalefeta niha heyî hebûna Kurdan red dike. Kî fermanê dide ku êrîşî Kurdan bikin, ew başiya Sûriyeyê naxwazin û destkeftiyên Kurdan jî naxwazin.

Em baş dizanîn ku, em çi dixwazîn û em di wê hêzê de ne ku bikarîn xwe biparêzîn. Trajediya me ewe ku, ji şerê hinek kesên din de em her tim bûne leşkerên wan. Êdî em dê tekoşîna xwe bi xwe bidin û dê bibîn leşkerê gelê xwe.

Kurd ne muhtace ku yekê din wî biparêze, Kurd di wê hêzê de ne ku xwe biparêzin. Di serî de Tirk û her kes bila vê yekê bibîhîzin, li beramberî êrîşekî li dijî me dê bersiva me pir tund be. Komên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad yên êrîşî me kirin, bi dehan sivîl kuştin, lê me sivîl nekuştin. Ger Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê rêzê ji mafên Kurdan bigire em dikarîn tevlî bibîn.”

Li ser navê saziyên Kurd Ehmed Xwedêda balkişand ser ku, Rojavayê Kurdistanê di pêvajoyekî taybet de derbaz dibe û da diyarkirin ku, pêwîste hemû Kurd piştgiriyê bidin hêzên Rojavayê Kurdistanê. Xwedêda got; “ Tenê piştgirî û piştevaniya bi gotinê têr nake. Pêwîste hêzên her çarparçeyên Kurdistanê jî piştigiriyê bidin yeketiya Kurdan ya li Rojavayê Kurdistanê avakirine û helwestekî hevpar nîşan bidin. Bi taybet rola hêza Kurdistaniyê dervey welat jiyan dikin girînge.”

Di dawiya civînê de di çarçoveya ‘Kampanya Piştgiriya Netewî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê’ li Adîgey û Krasnodarê komîteyek hate avakirin.