Li Konya û Kirikkale ji bo bîranîna Kasim Engîn çalakî kirin

Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Halîl Çavgûn ji bo bîranîna Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn ê 27’ê Gulanê di êrîşa esmanî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li Konya û Kirikkale çalakî kirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Halîl Çavgûn daxuyaniyek nivîskî têkildarî mijarê da û ev agahî parve kir:

“1’ê Tîrmehê Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Halîl Çavgûn li dijî zeviyên çandiniyê yên girêdayî Midûryeta Giştî ya Karûbarên Çandiniyê ya li navçeya Kûle ya Konyayê çalakiyek kirine. Di çalakiyê de 1 hezar donim zeviyên çandiniyê û hinek wesayîtên kar şewitîne.

1’ê Tîrmehê yekîneya me zeviyên çandiniyê yên girêdayî faşîstan li navçeya Keskîn a Kirikkaleyê çalakî kirine. Di çalakiyê de bi sedan donim zeviyên çandiniyê şewitîn û bûne xwelî.

Me her du çalakî ji bo bîranîna Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn ê 27’ê Gulanê di encama êrîşa esmanî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye, pêk aniye.

Ji niha û şûnde wê çalakiyên me yên li dijî saziyên dewletê û hevkarên wê yên faşîst dewam bike. Yan em ê bi rûmet bijîn, yan ji bi berxwedanekî bi heybet ji bo azadiyê têbikoşin.”