Li Komara Afrîkaya Navîn serhildêran serî hilda

Li Komara Afrîkaya Navîn serhildêran serî hilda

Serhildêrên li Komara Afrîkaya Navîn serî hildan paytex Banguî girtin. Hate hînbûn ku, Serokwezîrê dewletê Françoîs Bozîze revyaye welatê cîran Kongoyê.

Serhildêrên ku serokwezîr Françoîs Bozîzî bi sûcdariya ku guh nade peyaman aştiyê sûcdar dikin, serî hildan. Koalîsyona komên serhildêr ji aliyê  tevgera Seleka ketin nava tevgerê û encama serhildanê li Banguî ji duh de pevçûnên şîdetê didomin.

Ligorî nûçeya ji Banguî hatiye serhildêran li bajar hemû nokteyên stratejîk desteserkirine.  Di nava cihên ku serhildêran desteserkirine de Qesra Serokatiya dewletê jî heye.

Piştî serhildanê destpêkir serokwezîrê dewletê Françoîs Bozîzî welat terk kir û çû Kongoyê. Berdevkên hikûmetê di daxuyaniyên xweyên ku ji ajansên navnetewî re kirine de, Bozîzî ji ser çemê Qubangî bi keştiyê çûye Kongo.

Tevgera Seleka di meha qanûnê de li dijî hikûmetê serî hildabû û gelek cihên stratejîk kiribû bin kontrola xwe. Koalîsyona Seleka di çarçoveya peyamana aştiyê ya di 11’ê çile  de hate îmzekirin de tevlÎbûna hikûmeta yekitiya netewî qebûl kir.

Selekayê ji ber ku serokwezîrê dewletê Bozîzî li gorî peymanê tevnagere, îstîfaya Bozîzî xwestibû.  Piştî ev daxwaza tevgerê hat redkirin duh li bajar serhildanan dest pê kir.