BI DÎMEN

Li Kolnê pêr sê caran provokasyon hat kirin

Li bajarê Elmanya Kolnê di 20'ê Îlonê de sê caran êrîş hatin kirin. Piştî van êrîşan, polîsan di bin navê tedbîrê de kolana komele lê ye li Kurdan qedexe kir. Ev helwesta polîsan weke bûyereke tradîkomîk hat dîtin.

Li bajarê Elmanya Kolnê di 20'ê Îlonê de sê caran êrîş hatin kirin. Piştî van êrîşan, polîsan di bin navê tedbîrê de kolana komele lê ye li Kurdan qedexe kir. Ev helwesta polîsan weke bûyereke tradîkomîk hat dîtin.

Li gelek bajarên Ewropayê, di heman rojên ji aliyê Yekîtiya Demokratên Tirk li Ewropayê (UETD), TGB û ocaxên nîjadperestan ve meş hatin organîzekirin de, saziyên Kurdan rastî êrîşê hatin. Vê rewşê pirsa 'gelo ji aliyê hin kesan ve hatiye destpêkirin?' xist rojeva gel.

Pêr li bajarê Elmanya Kolên, di nava rojê de sê caran êrîş rû dan. Piştî van êrîşan, polîsan di bin navê tedbîrê de kolana komele lê ye li Kurdan qedexe kir. Ev helwesta polîsan weke bûyereke tradîkomîk hat dîtin. Hatîce Yalçin a di êrîşa roja Yekşemê de birîndar bû, ji ANF'ê re axivî.

Yalçin anî ziman ku weke her roja Yekşemê ew li hev kom bûn, wan taştê xwarin û got, "Wê demê em derketin ber derî û me bi hevalan re sohbet dikirin. Ji nişka ve komek hat. Me ewilî gotin dibe ku mirovên di rê de derbas dibin e. Dema yek ji wan xwe nêzî hevalê me kir, yekser sixêf li Rêberê me û nirxên me kir. Di wê kêliyê de yekî din ê ji pişt ve dihat, bi çoyê ji hesin ê xistibû ber xwe, li serê hevalê me da. Me hemûyan hewl dan hevalê xwe ji erdê rakin. Di wê kêliyê de li min jî xistin û ez li erdê dirêj bûm. Em ne li benda êrîşeke bi vî rengî bû. Mîna her rojê em li saziya xwe bûn."

HEMAN ROJÊ DU ÊRÎŞÊN DIN JÎ HATIN KIRIN

Çend saet piştî vê bûyerê saet di 16:00 de, di dema meşa nîjadperestên Tirk a qaşo bi navê 'şermezarkirina terorê' lidar dixistin de, heqaret li Kurdan hat kirin. Komek ji ciwan a hingî di wir re derbas bû, dest li vê rewşê werda. Di pevçûna li vir de hin kes birîndar bûn. Polîsan bi gazê ciwanên Kurd birin pêş Oper Koln û li wir dorpêç kirin. Piştî kontrola nasnameyê û kişandina wêneyan, ciwanên Kurd berda.

Di bûyera dawî de, komeke nîjadperestên Tirk a li Meydana Domê belav bû, xwest biçe kolana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd lê ye. Nîjadperestên Tirk, ji ber xweparastina ciwanên Kurd a li Keupstrasse, negihaştin armanca xwe û neçar man ji cihê bûyerê birevin. Polîsan saet 21:00 ê êvarê hemû rêyên ber bi komeleyê girtin û destûr neda kes derbas bibe. Piştî ku rêveberên Navenda Civaka Demokratîk ketin navberê, ciwan belav bûn.