Li Kolnê mîtînga li dijî qirkirinên Dêrsim û Ermeniyan

Saziyên Dêrsimê yên li Ewropayê, ji ber salvegera 78. a Qirkirina Dêrsimê 37-38 û salvegera 100. a Qirkirina Ermeniyan, wê li bajarê Elmanya Kolnê meş û mîtîngekê lidar bixin.

Saziyên Dêrsimê yên li Ewropayê, ji ber salvegera 78. a Qirkirina Dêrsimê 37-38 û salvegera 100. a Qirkirina Ermeniyan, wê li bajarê Elmanya Kolnê meş û mîtîngekê lidar bixin.

Çalakî ji aliyê FEDA, ADEF, Komeleya Jinûve Avakirina Dêrsimê, Komeleya Kûrmeşiyan, Komeleya Dijberên Qirkirina Dêrsimê 38'an û Seka Surê ve tê organîzekirin.

'FERMANA WIJDANÊN REŞ'

Di daxuyaniya li ser navê saziyan hat dayîn de hat ragihandin ku bi biryara "Terteleya Dêrsimê" ku xwedî belgeya fermî ye, hikûmeta Enqereyê bi awayekî fermî li hemberî Dêrsimê şer îlan kiriye û hat gotin. "Li gorî vê biryarê, tevgera êrîşê wê were destpêkirin, gund bên şewitandin, mirov werin kuştin û beşek ji wan jî sirgûnî bajarên rojavayê welêt werin kirin. Gelê Dêrsimê ji buh heta îro gelek êş kişandiye. Bi deh hezaran mirovên xwe bê kefen veşart. Sirgûnî çar aliyên cîhanê hat kirin. Ji ber vê yekê 4'ê Nîsanê roja îmzeya tarîtiyê, roja dayîna fermana dijwarên reş e." Daxuyaniyên bi vî rengî dewam kir: "Çemê Laç ji bîr dibe? Ermenî, Zîlan, Helepçe, Enfal, Şengal ji bîr dibe? Roboskî, Sêwas, Mereş, Çorûm, Gezî, girtîgeh, kuştinên kiryar ne diyar ji bÎr dibin? Ev xebata me ya hevpar a ji bo pirsîna hesap ji berpirsyaran û lanetkirina qirkirinan, ji bo destnîşankirina vîna bersivdayîna li bendewariyên civaka Dêrsimê, gaveke dîrokî ye."

Di daxuyaniyê de ji bo çalakiya 2'ê Gulanê ya li Kolnê banga beşdariyê hat kirin.

SAZIYÊN DESTEKÊ DIDIN

"Meclîsa Aştî û Demokrasiyê li Ewropayê (MADE), Platforma Kçê ya Demokratîk a Elmanyayê, AABF, NAV-DEM, ADHK, DÎDF, AGÎF, ATÎF, AVEG-KON, Komeleya Kareyiyên li Ewropayê, Însiyatîfa Ermenî ya Nor Zarok, Federasyona Komeleyên Êzidiyan, Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê, Platforma Sirgûnên li Ewropayê, Federasyona Koçgiriyan, Ji bo Cîhaneke lê were jiyîn, Însiyatîfa Çerkesên Demokratîk li Ewropayê, Lagebûra, Tevgera Jİnên Kurd li Ewropayê, Komeleya Piluriyan a li Solîngenê, Însiyatîfa Ewropayê ya SZKP, Tevgera Jinên Demokartîk li Ewropayê, Tevgera Ciwanên Demokratîk li Ewropayê, Dersim Spor Lûdwîgsbûrg."