Li Kolnê konferansa‘Taksîmê û piştî wê’
Li Kolnê konferansa‘Taksîmê û piştî wê’
Li Kolnê konferansa‘Taksîmê û piştî wê’
Li bajarê Elmanya Kolnê bi pêşengiya TUDAY konferanseke bi navê ‘Taksîm û piştî wê’ tê lidar xistin. Konferansa ku pêşketinên li Tirkiyê têde bêne nîqaşkirin, Buşra Ersanli, Andrej Hûnko, Nuray Mert û Meral Daniş Beştaş di nav de gelek kesên navdar tevlî dibin. Seroka TUDAY’ê Îlkay Yilmaz ku li ser konferansê agahî da diyar kir, ku li gel li Tirkiyê ewçend reform tên çêkirin jî hîna demokrasî ne hatiye bi cihkirin û anî ziman ku ew dixwazin rewşa heyî nîqaş bikin.
Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyê li Elmanya (TUDAY) ku navenda wê li bajarê Elmanya Kolnê ye ji bo rewşa li Tirkiyê binirxîne, konferansekê lidar dixe. Konferansa bi dirûşma ‘Taksîm û piştî wê’ pêk tê û wê ji Tirkiyê, Kurdistan û Elmanyayê gelek pispor beşdar dibin û pêvajoya li Tirkiyê ya piştî Taksîmê nîqaş bikin. Seroka TUDAY’ê Îlkay Yilmaz ku li ser armanca konferansê zanyarî da diyar kir ku armanca wan nîqaşkirina pêşketinên li Tirkiyê ye û got: “Bisînorkirina maf û azadiya, bi berxwedana Gezî re rastî nerazîbûna beşeke mezin a civaka li Tirkiyê hat. Civakê bi vê berxwedanê bi şêweyekî pir zelal daxwazên xwe yên azadiyê anî ziman. Ev jî di pêvajoya nû de şiyar bûn û çandekî serhildanê li gel xwe anî. Bi vê dixwazin bi vê konferansa bi navê “Taksîm û piştî wê” bersivê bidin pirsên der barê guhertina li siyaseta hundir û derve”
Îlkay Yilmaz diyar kir ku li Tirkiyê gelek maf û azadî hatine bisînorkirin û wiha got: “Li ser kurdan zext berdewam dike. Bi hezaran siyasedmedarên wan hîna di girtîgehan dene. Civakên weke Elewî, Êzîdî û Xiristiyan bi heman şêweyî bi zextan re rû bi rû ne.” Yilmaz siyaseta AKP’ê rexne kir.
BERNAMEYA KONFRERANSÊ
Konferansa bi navê “Taksîm û piştî wê” roja Înê li bajarê Koln Alte Feuerwache’ê pêk were. Konferansa ku wê di navbera saet 10:30 û 19:00 de were lidarxistin, ji 3 panêlan pêk tê.
“Protestoya nifşê nû”
Saet: 10:30-13:00
A. Yagmûr Ûnûttûr
Dr. Anil Al-Rebholz
Îhsan Eliaçik
"Pêşnûmeya Destûra Bingehîn a Nû-Ji bo pergaleke nû daxwaz"
Saet: 14:00-16:00
Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglû
Prof. Dr. Buşra Ersanli
Andrej Hûnko
"Hêrsa hikûmeta AKP'ê ya ji bo afirandina Osmaniya nû û erkên wê yên polîtîkayên hundir û derve"
Saet: 16:00-19:00
Sezgîn Tanrikûlû
Meral Daniş Beştaş
Dr. Nûray Mert