Li Kolnê bi hezaran kes di şeva piştevaniya HDP’ê de hatin cem hev

Li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji bo piştevaniya HDP’ê li salona Saal 2000 bernameyek hat organîzekirin.

Li bajarê Koln a Elmanyayê ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji bo piştevaniya HDP’ê li salona Saal 2000 bernameyek hat organîzekirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, li ser navê pêkhateyan Metîn Kaçma û li ser navê Federasyona Elewiyan a Elmanyayê Ozgur Oz axaftin kirin. Bi hezaran kes beşdarî şevê bûn. Pankart û dovîz li salonê hatin daliqandin. Her wiha ji ber beşdarbûna zêde, bernameyê dereng destpê kir.

YEKANE DERDÊ AKP’Ê ŞER E

Fîgen Yuksekdag got ku ti hêz nikare li pêşiya gel bisekine û got: “Ew çiqas dev bavêjin gelê me jî, em ê bi biryar bimeşin.Ew îro bi zimanê şer, alozî, şovenîzm û nîjadperestiyê dertên pêş me. Li Giyadîn a Agiriyê jî bi rêbazeke ku em baş dizanin derketin pêşberî me.  Bi komplo, provokasyon û mirinê derketin pêş me. Lê me wek partiya gelan a demokratîk, li pêş wan şer dernexist. Yekane derdê wan ev e ku leşker dibe, gerîla dibe, miriyan bişînin malê. Lê li Giyadînê hesab vala hatin derxistin. Me sê ewladên xwe yên bi nirx winda kirin.  2 gerîla û yek jî rêveberê me yê HDP’ê bû.  Wan hevalên me xwe feda kirin.  Em li hember şehadeta wan rêzdarin. Ew qehremanên aştiyê ne.”
Yuksekdag di dewama axaftina xwe de got ku lîstikvanên sereke yên komplo û provokasyona li dijî HDP’ê tên meşandin, Erdogan û Davutoglu ye û got: “Serokwezîr dertê ji HDP’ê re dibêje ‘ji çek û terorê xwedî dibe’.  Lê HDP tenê ji siyaseta demokratîk xwedî dibe. Ya ji bi zîhniyeta çetebûnê û pratîka çetebûnê tevdigere ew bi xwe ne. Bila destpêkê Davutoglu bêje kîjan çete li pişt êrîşên li hember HDP’ê ne. Em dizanin çeteyên êrîşên HDP’ê li ku tên rêxistinkirin. “

DIBE AKP WINDA BIKE

Yuksekdag da xuyakirin ku yekane armanca êrîşên li hemberî HDP’ê ev e ku, tirsa windakirinê ya desthilatdariyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev êrîşên bêtehemujliyê ne. Em vê baş dizanin. Hilbijartina 7’ê Hezîranê wê dersek mezin bide AKP’ê. Wisa biçe AKP wê winda bike.

Li gorî AKP’ê ne pirsgirêka Kurd û ne jî ya Elewiyan heye. Lê li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin pirgirêka siyasî ya desthilatdariyê ye.”

Di şevê de li ser navê Federasyona Elewiyan a Elman jî Ozgur Oz axaftinek kir û da zanîn ku ew wek Elewî jiyana nû silav dikin û got ku ew wisa hêsan nehatine van rojan.

Di axaftinên li ser navê DÎDF û pêkhateyan de jî hat diyarkirin ku wê heta 7’ê Hezîranê têkoşînê bilind bikin û li dijî zîhniyeta AKP’ê, wê li dora HDP’ê bibin xelek.

Hunermend Ozan Şemdîn, Zelemele, Koma Seyran, Ergîn Xelîkan, Koma Vardiya, Jin û Erbane, Cîhan Çelîk û Emekçî derketin ser dikê.

...