Li Kolnê 10 hezar kes ji bo Kobanê meşiyan
Li Kolnê 10 hezar kes ji bo Kobanê meşiyan
Li Kolnê 10 hezar kes ji bo Kobanê meşiyan
Greva birçîbûnê ya li bajarê Elmanya Kolnê bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re hatibû destpêkirin, bi meşeke girseyî bi dawî bû. Di meşa bi beşdariya 10 hezar kesî pêk hat de, peyamên piştgiriya bi Kobanê re hatin dayin.
Bi armanca bala raya giştî ya navneteweyî bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, roja Duşemê çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê Kurdên li bajarê Elmanya Kolnê ve hatibû destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi meşeke girseyî bi dawî bû. Meşa bi beşdariya Kurdên li Eyaleta Ren a Bakur (NRW) û dostên wan hate lidarxistin, saet di 14.00 de, li Ebertplatzê destpê kir.
Di meşê de pankartên weke “Ji terora DAIŞ’ê re êdî bes e” hatin hilgirtin û meş piştî saetekê gihişt ber Dêra Domê û li wir mitîngek pêk hat.
Meşa bi pêşengiya NAV-DEM’ê pêk hat ji aliyê sazî û rêxistinên weke TJKE, PYD, MLKP, ATÎK, ATÎF, AABF, BÎR-KAR, ADHK, Partizan, Antifa AGD- TÎKP, Enternasyonal, New Women, Kaldiraç, Ciwanên Azad, PJAK, Die Linke, ODP, FEDA, YJRK, YXK, PEACE, AGîF REBELL, Ozgurluk û Dayanişma (Azadî û Piştevanî), ADGH, Alinterî, EOC, AKAB, AKÎJ DÎDF, ANTÎFA, SAV, CÎK, YS ve hate destekkirin.
Di meşê de hêrsa ciwanên Kurd aşkera dibû û bênavber dirûşmayên “Bijî Berxwedana Kobanê”, “DAIŞ, Bicehime ji Kurdistanê”, “Bijî Berxwedana YPG/YPJ’ê” hatin gotin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD û YPG’ê hatin hildan.
'XEYALÊN ‘KETINA KOBANÊ LI BER AVÊ DE ÇÛN'
Axaftina vekirinê nûnerê PYD’ê Meha El Mihemed ve hate kirin û bi bîr xist ku îro Cejna Qurbanê ye û wiha domand: “Lê cejna Kurd a mezin wê bi rizgarkirina Kobanê çêbibe.” Nûnerê PYD’ê Kobanê weke dilê Kurdistanê bi nav kir û got: “Îro dilê hemû Kurdan li Kobanê lêdixe.”
Mihemed bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir û got: “Ev bi rojan e gelê me li ser sînor li ber xwe dide. Em jî li vir derkevin kolana û têbikoşin. Dengê Kobanê bilind bikin. Bila her kes vê baş bizane ku Kobanê tu carî nabe Şengala duyemîn.”
'TIRKIYE DAIŞ MEZIN KIR'
Parlamenterê Partiya Çep a Meclîsa Federal Niema Movassat diyar kir ku ev bi mehane DAIŞ li Sûriye û Iraqê komkujiyan pêk tîne û got: “Ev çete îro jî, li Kobanê êrîşî Kurdan dikin û dixwazin qetil bikin” Parlamenterê Elman da zanîn ku DAIŞ ji aliyê hêzên navneteweyî ve hate mezinkirin û got ku bi taybet ji aliyê Tirkiye, Qeter û Erebîstana Siûdî ve hatin xwedîkirin.
Movassat bi bîr xist ku çeteyên DAIŞ’ê li sînorê Tirkiyeyê derbasî Rojava dibin û helwesta Elmanyayê jî rexne kir û ji welatê xwe xwest ku zextê li Tirkiyeyê bike. Hevseroka Partiya Çep a Eyaleta NRW’ê Ozlem Demîrel jî bal kişand ku DAIŞ bi desteka hêzên navneteweyî mezin bûye.
WARÊ ME KOBANÊ YE
Li ser navê ABDEM Yucel Ozdemîr axivî û bal kişand ser mezinahiya berxwedana Kobanê û diyar kir ku dewleta Tirk a ku bi salane nikare li hemberî Tevgera Azadî ya Kurd bi ser bikeve, niha dixwaze li Rojava bi destê DAIŞ’ê bi ser bikeve. Ozdemîr diyar kir ku dewleta Tirk li wir jî bi ser nakeve.
Li ser navê MLKP’ê Ziya Ulusoy jî axivî û gotina “Madrîd warê me ye” ya ku di dema dîktatoriya Franco de ji aliyê şoreşgeran ve dihate gotin û got “Warê me jî Kobanê ye.” Ulusoy bang li hemû şoreşgerên cîhanê ir ku bi vî awayî nêzî Kobanê bibin.
Li ser navê Federasyona Êzidiyan, sazî û rêxistinên din ên beşdarî meşê bûn axaftin hatin kirin û banga piştgiriya ji bo Kobanê hate kirin.