Li Kolik 2 mamostayên Egtîm Senê hatin girtin
Li navçeya Kolik a Samsûrê, mamostayên bi navê Ozgur Ertûş û Nîhat Oztekîn ên endamê Egtîm Senê hatin girtin.
Li navçeya Kolik a Samsûrê, mamostayên bi navê Ozgur Ertûş û Nîhat Oztekîn ên endamê Egtîm Senê hatin girtin.
Li Kolik ji 3 mamostayên Egtîm Sen ê ku pêr hatibûn binçavkirin piştî karûbarên wan ên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê Mesût Soysal hate berdan, Ozgur Ertaş û Nihat Oztekîn ji bo girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Dadgeh, bi îdîdaya “Propagandakirina rêxistinê” biryara girtina Ertaş û Oztekîn da.Mamosta, şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Samsûrê.
Di çarçoveya lêpirsînê de di derbarê endamê Egtîm Sen Mehmet Tekîn Suzen de biryara girtinê hetiye dayîn.