Li Kocaeliyê operasyona nîjatperest: 20 kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk li Kocaeliyê biser avahiyên bajêr û navçeyê yên HDP'ê de girtin, alaya Tirk daleqandin. Di operasyona nîjatperest de bi kêmanî 20 kes hatin destgîrkirin.

Polîsên Tirk  avahiyên HDP'ê jî di nav de li Kocaeliyê bi ser gelek malan de girt. Di operasyonê de ku gelek kes hatin destgîrkirin polîsên Tirk alaya Tirk bi panoyan ve daleqand. 
 
Li navend û navçeyên Kocaeliyê, polîsan bi awayekî hemwaxt avahiyên HDP'ê jî di nav de bi ser gelek malan de girt. Polîsan, bi operasyonê re Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Kocaeliyê Leyla Aygun, hevserokên rêxistinên navçeyan, endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê Mehmet Yalçinkaya û Engun Guleser jî di nav de gelek kes destgîr kirin. Polîsan, bi ser mala Hesabgirê Rêxistina HDP'ê ya Bajar Îrfan Demîrkaya de jî girt û destgîr kirin û bi xwe re birin avahiya HDP'ê ya Bajar û avahî seh kirin. Diyar bû ku  li avahiya HDP'ê qompîtureke ser çokan û 3 qompîturên ser meseyê hatine desteserkirin.
 
POLISAN ALAYA TIRK DALEQANDIN
 
Li aliyê din hat ragihandin ku polisan bi ser gelek rêxistinên HDP'ê yên navçeyan de jî girtiye. Polisan amûrên li rêxistinên navçeyan berbelav kirine û alaya Tirk li panoyan daleqandine. 
 
Diyar bû ku polîsan kesên ku destgîr kirine bi xwe re birine Miduriyeta Polisan a Kocaeliyê. 

ÊN KU HATINE DESTGÎRKIRIN
 
Endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê Mehmet Yalçinkaya û Engun Guleser, Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Kocaeliyê Leyla Aygun, Hesabgirê Rêxistina HDP'ê ya Bajar Îrfan Demîrkaya, Hevserokê Rêxistina Navçeya Dîlovasî Abdûlkadîr Demîr, Hevserokê Rêxistina Navçeya Daricayê Kûtbettîn Guneşsû, Hevseroka Rêxistina Navçeya Çayirovayê Emîna Karaaslan û endamên HDP'ê Ebûbekîr Çoban, Osman Kûrûm, Parêzer Zekîre Dundar Aydin, Parêzer Yuksel Genç, Damla Bagcı, Mekiye Aydin, Mehmet Karaaslan, Kûdret Davutoglu û Hasret Erdem.