Li Kocaeliyê operasyona Geziyê
Li Kocaeliyê operasyona Geziyê
Li Kocaeliyê operasyona Geziyê
Bi hinceta ku tevlî berxwedana Parka Gezî bûne, polîsan di ser malên xwendekarên Zanîngeha Kocaeliyê de girtin û 2 xwendekar binçavkirin.
Bi hinceta ku tevlî berxwedana Parka Gezî a Taksîmê bûne, di demjimêrên serê sibehê de polîsan di ser malên xwendekarên Zanîngeha Kocaeliyê de girtin. Di encama serdegirtinê de ji xwendekarên Zanîngeha Kocaeliyê O.Ç û E.B hatin binçavkirin. Xwendekarên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Kocaeliyê.