Li Kocaeliyê çalakiya sabotajê ‘Yekîneya Tolhildanê’ li xwe girt

Koma bi navê ‘Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Îslam Cîlo’ daxuyaniyek nivîskî weşand û li Kocaeliyê şewitandina 3 fabrîqeyan li xwe girt.

Komê ‘Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Îslam Cîlo’ daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku çalakiya sabotajê ya 12’ê Tebaxê ya li herêma sanayî ya organîze ya herî mezin a Tirkiyeyê ya li herêma Pelîtlî ya navçeya Gebze a Kocaeliyê kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Ji bo bîranîna Pêngava 15’ê Tebaxê ji aliyê yekîneya me ve çalakî hate kirin û di çalakiyê de li Herêma Sanayî ya Organîze ku yek ji kaseya perayan a dewleta Tirk a faşîste fîrmayek a lojîst^kê, fabrîqeyek a plastikê, fabrîqeyek a kozmetîkê û tirek hate rûxandin.”