Li Kobanê Tirbespiyê û Çilaxa şerên dijwar

Li Kobanê Tirbespiyê û Çilaxa şerên dijwar

Li herêmên Tirbespiyê, Çilaxa, Kobanê û Girê Spî di navbera hêzên YPG’ê û komên çete de pevçûnên dijwar derketin. Di encama pevçûnan de bi dehan endamên êrîşkaran hatin kuştin û gelek cebilxane hate bidestxistin. Her wiha du endamên komên çete dîl hatin girtin. 2 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dan.

Li herêma Çilaxa ya girêdayî Girkê Legê hêzên YPG’ê şevê din li derdora gundên Girhok, Yusufiyê û Ebû Hecer li hemberî komên çete çalakî li dar xistin. Di çalakiyên ku saet 23.00’an pêk hatin de pevçûnên dijwar derketin. Hate ragihandin ku di encama pevçûna li Girhokê de bi dehan endamên komên çete hatin kuştin. Her wiha 2 hawan, 3 kelaşnîkof û gelek cebilxane hate desteserkirin.

Di pevçûna li gundê Yusufiyê de hate gotin ku 32 endamên çeteyan hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Li gundê Ebû Hecer jî girê li nava gund ket destê YPG’ê û 21 endamên çeteyan hatin kuştin û 2 jî dîl hatin girtin. Her wiha wesayîtek doçka jî hate rûxandin, 2 wesayît, topên hawanê, çekên kelaşnîkov û BKC jî hatin desteserkirin.

TIRBESPIYÊ

Li gundê Beyazê, Çêlekê û Xerdûka di navbera hêzên YPG’ê û komên çete de pevçûnên dijwar rû dan. Pevçûnan saet 02.00’an de destpê kirin û heta serê sibehê saet 08.00’an dom kirin. Li gorî çavkaniyên herêmî di pevçûnên li Çêlekê û Xerdûka de 10 çekdar hatin kuştin. Li gundê Çêlekê jî saet derdora 03.00’an de pevçûnên dijwar derketin. Di encama pevçûnên ku heta seat 07.00’ê sibehê dom kirin de, gelek endamên komên çete hatin kuştin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Li herêmê pevçûn cih bi cih dom dikin.

Li aliyê din komên çete şevê din êrîşî gundê Lêlan ê girêdayî Tirbespiyê kirin û di navbera wan û hêzên YPG’ê de şer derket. Di encama şer de gelek êrîşkar hatin kuştin. Di şer de 2 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dan.

KOBANÊ

Li herêma Kobanê jî piştî ku komên Artêşa Azad êrîşî gundê Boraz kirin, di navbera wan û hêzên YPG’ê de şerên dijwar derketin. Di pevçûnên saet 18.00’an de destpê kirin û heta saet derdora 00.00’an dom kir de, gelek êrîşkar hatin kuştin û birîndarkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Minbicê hatine girtin, komên çete 20 cenaze birine Minbicê.

Hate gotin ku di pevçûnan de ji gundê Boraz welatiyê bi navê Ebû Zeyd Muhemed Şêx Îbrahîm jî jiyana xwe ji dest daye. Hate gotin ku 4 zarokên Şêx Îbrahîm hene û cenazeyê wî li Goristana Şehîdan a gundê Termikê hatiye veşartin.

GIRÊ SPÎ

Li Girê Spî jî hate ragihandin ku komên çete ji gundê Camis topên hawanê diavêjin gundê Kendal. Hêzên YPG’ê jî di navbera gundên Yarkoyu û Til Xidir de wesayîtek doçka rûxandin.