Li Kîelê komîsyonên hilbijartinê yên HDP'ê hatin avakirin

Li Kîelê, ji bo xebatên hilbijartinê yên 1'ê Mijdarê komîsyonên hilbijartinê yên HDP'ê hatin avakirin.

Li bajarê Elmanya Kîelê, xebatên HDP'yiyan ên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê didomin.

Di çarçoveya amadekariyên hilbijartinê de Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, DÎDF, MLKP û SKB li Komeleya Elewiyan civiyan û bi avakirina komîsyonên hilbijartinê re dest bi xebatên xwe kirin. Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, dest bi qeydkirina hilbijêran kirin. Ji bo qeyda bi lez û bez, komîte hatin avakirin û plan hat derxistin.

'KES Û DERDORÊN ME XWE NEGIHANDINÊ WÊ NEMÎNE'

Di civînê de kêmasiyên di xebatên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê de derketin holê hatin nirxandin û komîsyonên xurt ên xwe bigihêjînin gelek derdoran hatin plankirin. Her wiha biryar hat girtin ku li herêma Schleswîg Holsteînê xebateke berfireh were meşandin, ku kes û derdorên xwe negihandine, nemîne.