Li kesên ku heqê mexdûrên Kobanê dixwin baldar bin!

Li kesên ku heqê mexdûrên Kobanê dixwin baldar bin!

Navê wî Îbrahîm Halîl Baran e. Di sala 1981’ê de li Rihayê hatiye dinê. Ji bo xwe sifatên weke ‘Helbestkar, nivîskar, lêkolîner û serokê navenda polîtîkayan’ daniye. Bi vê jî sînor nameye partiyeke siyasî jî ava kiriye. Li ser înternetê jî ‘Partiya Kurdistanî’ (PAK) ava kiriye.

Bi gotina wî tam ‘Kurdekî serbixwe ye’

Di facebooka ku li ser navê xwe vekiriye, ji yekê zêdetir hesabê wî yê faceyê hene. Dibêje ew li New York û Brilyn dijî. Malpereke li ser navê wî hatiye vekirin heye. Bi kameraya web wêneyê xwe kişandiye û li ser youtube agahiyên der barê Kurd, Kurdistan û pirsgirêkên Kurdan de parve dike.

Li ser înternetê li ser navê xwe li Bankaya Garantiyê hesab vekiriye. Alîkariya pereyan ji bo hesabê ku vekiriye û ji bo alîkariya din a xurek, cil û berg û nivînan jî daxwaz dike bişînin kargoya ku paşnavê wî  yê li Pirsûsê li ser e,  ‘Baran petrol’. Her wiha telefona xwe jî nivîsiye.

Li gorî Qanûna Berhevkiriya Alîkariyê ya Hejmar 2860 a Kanûna Cezaya Tirk, wek şexs be destûr berhevkirin alîkariyan sûc e.

Li ser hişyariya hinek Kurdên Ewropayê em Îbrahîm Halîl Baran nas dikin.

Kurdên xwedî niyeta baş ên li Îngîlîstan, Avustruya, Elmanya, Fransa û Amerîkayê karê paqijî û garsoniyê dikin li ser înternetê dema ku dibînin ev kes alîkariyê berhev dike, pere li hesabê wî razandine.

Hinekan 50 sterlîn, hinekan 20 euro hinekan 10 dolar...

Li London û Viyanayê jî Kurdan carinan bi komî pere şandine. Li Londonê 5-6 esnafan di navbera hefteyan de 6 hezar sterlîn şandine.

Li ser hişyariya esnafên derveyî welat me li ser navê Îbrahîm Halîl Baran lêkolînek kir û em bûn şahid ku di hesabê ku vekiriye de bi pereyê Tirk bi sedhezaran lîra hatiye berhevkirin.

Di 3’ê Cotmehê de li ser hesabê xwe yê facebookê ew bi xwe diyar dike ku 50 hezar TL berhev kiriye û bi amûran re ev nêzî 350 hezarî ye.

Bi heman awayî di 5’ê Cotmehê de jî diyar dike ku kesên ku wekalet dane wî qurbanên wan serjê kiriye. Dema ku ev kiriye jî wêneyên koliyan, pakêtên alîkariyê kişandiye û parve kiriye.

LI BAJARÊ KON SÊ WÊNE KIŞAND Û PARVE KIR

Rayedarên koordînasyona alîkariya ji bo Kobanê a Şaredariya Pirsûsê diyar kir ku vî kesî li ser navê xwe kampanya daye destpêkirin û got: “Ev şexs dem bi dem hatiye navenda koordînasyonê û ji bo Kobanê dem bi dem alîkarî ji me dixwest. Mînak me hefteya buhrî 50 betanî teslîm kir. Piştre ji gelek cihan gilî hatin. paşê me rastî fêm kir. Li ser navê xwe face vekiriye û li ser face dibêje bajarê kon hatiye avakirin û ji bo wê ji gel alîkariyê dixwazin. Li ser  bajarê kon wêne dikişîne û parve dike.

EM WEK ŞAREDARÎ JÊRE QEBÛL NAKIN

Hevseroka Pirsûsê Zuhal Ekmez got divê bi kesê wisa bawer nekin û got: “Agahiya me ji vî şexsî tune ye. Em wek şaredarî alîkariya pere qebûl nakin. Ji bo Kobanê li sê bankayên cuda, sê hesabên hevpar hene. Em ji bilî vê alîkariya pere qebûl nakin. Ji bo alîkariyê koordînasyona me ye. Hemû alîkarî bi hevkariya wan tê belavkirin.

YÊN PERE RAZANDINE BILA DEKONTÊ JI ME RE BIŞÎNIN

Ekmez diyar kir ku dem bi dem karsaz, sazî û şexs dixwazin alîkariyê bidin Kobaniyan, lîsteyê didin wan û tiştên tên li wan belav dikin. Ekmez got ku kesên ku li hesabên Îbrahîm Halîl Baran pere razandine ji bo mexdûr nebin, bila mînakek dekonta xwe ji wan re bişînin.

AQUBETA PEREYÊ  HATIYE BERHEVKIRIN NE DIYAR E

Nehat tespîtkirin ku çiqas pere li hesabê Halîl Baran hatiye razandin û her wiha derket holê ku Şaredariya Pirsûsê piştî bûyer ferq kiriye ew hişyar kiriye. Li ser hişyariya koordînasyonê vî şexsî alîkarî birî ye û pereyê di bankayê de jî nayê zanîn ku aqubeta wê çiye.

Koordînasyona alîkariyê diyar kir ku ji bilî numareyên li jêr, guh nedin numareyan din:

VAKIFBANK

IBAN NO : TR38 0001 5001 5800 7302 4436 62

TURKIYE İŞ BANKASI

IBAN NO : TR79 0006 4000 0018 3002 4131 51

TURKIYE FİNANS KATILIM BANKASI A.Ş

IBAN NO : TR58 0020 6001 0302 5213 9800 02