Li Kerkûkê êrişên bombeyî

Li Kerkûkê êrişên bombeyî

Li Kerkûkê, îro danê sibê li dijî hêzên ewlekariyê yên Kurd, bi wesaîteke bombebarkirî, êrişêk pêk hat. Di encama êrişê de hejmareke zêde mirî û birîndar hene.

Wesaîta yekemîn a bombebarkirî, li taxa Rehimawa teqiya. Li gorî nûçeya Buroya Çapemeniyê ya YNK'ê PUKMedia, ku agahiyan dispêre çavkaniyên polêsan ên Kerkûkê, ev êriş li dijî Navenda YNK'ê û Navenda Asayîşê pêk hatiye. Hat ragihandin, ku ji ber êrişê nêzî 30 kesên li hawirdorê birîndar bûne.

Li gorî heman çavkaniyê, êrişa duyemîn jî dîsa bi wesaîteke bombebarkirî li ber temîrxaneyekê pêk hatiye. Hatt ragihandin, ku di encama vê êrişa li dijî Pêşmergeyan de, pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest daye, 7 pêşmerge jî birîndar bûne.

Di vê navberê de, li navçeya Tîkrît El Dor'ê jî, di encama teqînekê de zarokekî jiyana xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn.