Li Kerboranê teqîn

Li navçeya Kerboranê ya qedexeya derketina kolanan lê heyî teqînek mezin pêk hat. Têkildarî mirin û birîndaran ti agahî nehatin girtin û heyeta HDP'ê ya hewl dide biçe navçeyê jî ji aliyê hêzên dewletê ve hat astengkirin.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê duh bi qedexeya derketina kolanan êrîşan destpê kir û qedexe hê berdewam dikin. Ji navçeyê re gelek leşker hatin sewqkirin û êrîşa polîs û leşkeran berdewam dike. Li çoltarên navçeyê jî cerdevan û leşker hatin bicihkirin.

Ketin û derketina navçeyê li 3 nuqteyan hatiye girtin û heyeta HDP'ê ya di nav de parlamenterên HDP'ê Gulser Yildirim û Alî Atalan ên xwestin biçin navçeyê hatin astengkirin û piştre derbasî gundê Devanê.

Serê sibê jî parlamenterên HDP'ê Enîse Guneylî, Erol Dora û rêveberên HDP'ê, hevşaredar û endamên KJA'yê xwestin biçin navçeyê. Di vê navberê de li Taxa Bahçebaşi nêzî mala qeymeqamtiyê teqînek mezin pêk hat. Li nuqteya teqîn pêk hat dukel bilind bû û gelek wesayîtên zirxî sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di encama teqînê de mirin û birîndar çêbûn an na ti agahiyên zelal nehatin bidexistin.

Piştî teqînê destûr nedan heyet bikeve navçeyê û piştre heyet ji nuqteya kontrolê veqetiya.