Li Karlstadê ji bo greva birçîbûnê piştgiriyek xurt hate dayîn

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca piştevaniya Efrînê ya Kurdistaniyan a li bajarê Karlstad a Swêdê di roja 3’an de ye, piştgiriya ji bo çalakiyê jî her diçe mezintir dibe.

Di serî de nûnerên Partiya Çepgir û partiyên siyasî yên din ê Swêdê serdana konê çalakiya greva birçîbûnê kir û peyamên piştgiriyê dan. Çapemeniya Swêdê jî cîh da çalakiya greva birçîbûnê.

Piştî Radyoya Dewletê û Televîzyona Dewletê, Radyo Varmland P4 ku weşana xwecihî dike cih da çalakiya greva birçîbûnê û bi çalakgeran re hevdîtin kir.

Ji çalakgeran Mehmet Barzidi ji ANF’ê re axivî û got ku Kurdistanî û welatiyên Swêdê eleqeyek mezin nîşanî çalakiya greva birçîbûnê dikin.

Barzidi ragihand ku ji bo teşhîrkirina dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê çalakî lidar xistine û daxwazên çalakgeran wiha rêz kir; “Divê Hikûmeta Swêd û Yekîtiya Ewropa bi vekirî dagirkeriyê şermezar bikin, Swêda ku endamê konseya Netewên Yekbûyî de demildest banga hevdîtinê li NY bike û ji bo derxistina dagirkeran ji Efrînê bikeve nava hewldanan.”

Barzidi got ku Kurdistanî û welatiyên Swêd ên serdaha konê greva birçîbûnê dikin ji bo piştgirîdayina gelê Efrînê bi maddî û manewî li Heyva Sor bexşîn kirine.

Kurdistaniyên ku dem dem li pêşiya konê greva birçîbûnê kom dibin bi dirûşmeyan dagirkeiryê protesto dikin û bang li cîhana derve dikin ku ji bo dawî li dagirkeriyê bînin bikevin nava helwdanan.