Li Karabûkê nîjadperestan êrîşî merasîma ji bo Roboskî kirin

Li Karabûkê nîjadperestan êrîşî merasîma ji bo Roboskî kirin

Li Karabûkê komeke endamên Alperen Ocaklari, êrîşî merasîma bîranînê ya ji bo şermezarkirina Komkujiya Roboskî dihat lidarxistin kirin. Di êrîşa ku di kontrola polîsan de pêk hat de, ji koma êrîşkar kes nehat binçavkirin. 

Li Taxa Beşbînevler a Karabûk ji bo şermezarkirina Komkujiya Roboskî xwendekaran merasîmeke bîranînê li dar xistin. Di merasîmê de ku ji bo kesên di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dane deqiqeyek rêzgirtin pêk hat, komeke nîjadeperestên endamên Alperen Ocaklari destpêkê heqaret li xwendekaran kirin û paşê li ber çavên polîsan bi keviran êrîş kirin. polîsên ku mudaxeleyî koma êrîşkar nekir, xwendekarên ku merasîm li dar xistin tehdît kirin û xwestin belav bibin. Nûçegihanê rojnameya Evrensel jî rastî heqareta polîsan hat. Polîsan tevayî xwendekar li maşîneyên xwe siwar kirin û li taxên cuda ew daxistin. 

Xwendekarên ku merasîm pêk anîn diyar kirin ku sala borî jî bi heman rengî rastî êrîşan hatine û yên îro êrîşî wan kirine endamên Alperen Ocakları ne. Xwendekaran diyar kirin ku endamên Alperen Ocaklari duh li ser tora civakî bangawazî kirine û gotiine, "Li Karabûk em rê nadin alîgirên PKK’ê. Em ê her roj yekî ji we, rojekê jî we hemûyan di dîrokê de veşêrin. Em sibe saet 2’yan siftehê vedikin.”