Bîranîna ku bi sedan kes beşdar bû, soza “Ji bo welat û cîhana we xeyal kirî, em ê têkoşînê bidomînin. Heta hesab bixwazîn, em dev ji qatilan bernadin.”
Di 2’emîn salvegera Qetlîama 10’ê Cotmehê de, 102 kevokên aştiyê yên jiyana xwe ji dest dabûn hatin bîranîn. Aktivîteya bîranînê ya ku di pêşengtiya Koordînasyona Demokrasî û Kedê ya Stenbolê de hate lidarxistin, Parlementerê HDP’ê Erdal Ateş, Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko, Sekrektera Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, Endamê Desteya Serokan a ODP’ê Alper Taş, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gukan, li gel rêxistinên pişeyî, partiyên siyasî û rêxistinên sosyalîst beşdar bûn. Di bîranîna wêneyên 102 kevokên aştiyê yên jiyana xwe ji dest dabûn hatin hilgirtin de, pankartên bi nivîsa “Em Qetlîama 10’ê Cotmehê ji bîr ankin, nadin jî bîr kirin”, “Me Qetlîama Enqerê ji bîr nekiriye, 2 sal derbas bû wê berpirs hesab bidin” û dowîzên “Kujeran nas dikin” hatin bilindkirin. Di bîranînê de dirûşmên “10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede ji bîr kirin”, “Kujer wê hesab bidin gel”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “Dewleta kujer wê hesab bide” hate qîrkirin. Li ser dirûşim qîrkirinê polîsan anonsên mudaxelekirinê kirin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreş û aştiyê destpê kir. Di bîranînê de navê 102 kesên jiyana xwe ji dest dabûn hatin qîrkirin.
Di bîranînê de li ser navê kesên jiyana xwe ji dest dabûn xizmên wan axaftin kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku xeyalên wan hebûn û wê xeyalên wan ên nîvço mayîn pêk bînin. Her wiha di axaftinan de bal kişandin ser wê qetlîamê ji bîr nekin û nedin jîbîr kirin. Dîsa heta hesab ji berpirsan bixwazin wê têkoşîna xwe bidomînin.
Li ser navê Koordînasyona Demokrasî û Kedê ya Stenbolê Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko jî wiha got: “Em 102 kevokên aştiyê bibîr tînin. Kesên ku destê wan di vê qirkirinê de hene lenet dikin. ji bo daxwaza gelên li Rojhilata Navîn û Tirkiyê bînin ziman li Enqereyê kom bibûn. Karker nebin ne aştî û ne jî demokrasî pêk tê. Ji bo vê bînin ziman li Enqeryê kom bûn.Heta ku berpirsên qetlîam û hêzên tarî yên li pişt kifş nebin û neyên darezandin wê li vî welatî geke xwîn bê rijandin.Tirkiye vegeraye welatê qetlîaman. 102 hevalên me di dilê milyonan de cihê xwe kirine. Yên ku 102 ruhên me ji me standîn wê weke Kenan Evren bi tenê bên veşartin.”
Piştî axaftinan daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Ekîn Çîftçî ve hate xwendin. Çîftçî destnîşan kir ku Qetlîama 10’ê Cotmehê li Enqerê pêk hat li vî welatî ne qetlîama yekem e. Çîftçî diyar kir ku armanca qetlîama sala 1977’an 1’ê Gulanê li Taksîmê çi bû ya 10’ê Cotmehê jî hemane. Çîftçî bibîr xist ku ev hemû qetlîam û êrîş ne bihêzbûna dewletê berovajî lewazî û qelsiya dewletê dide nîşandan. Çîftçî têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dabûn jî wiha got: “Ji bo welat û cîhana we xeyel dikir em ê têkoşînê dewam bikin. Heta hesab bixwazîn, em dev jî qatilan bernadin.”