Li Kadikoyê duyemîn provaya Alî Îsmaîl Korkmaz!

Li Kadikoyê duyemîn provaya Alî Îsmaîl Korkmaz!

Derket holê li Kadikoy a Stenbolê, bûyereke mîna ya Alî Îsmaîl Korkmaz ku di encama lêdana polîsan de jiyana xwe ji dest da, rû daye. Umît Tazegul ê li lêdana 15 polîsan rast hat, bi gotina amîrê polîsan "vî berdin, dê bimire û li serê me bibe bela" ji mirinê filitî. Lê belê seqet ma.

Terora polîsan ku di pêvajoya berxwedana Parka Gezî de rê li ber qetilkirina 6 kesan û birîndarbûna bi dehan kesan vekir, niha jî seqet hişt. Li Kadikoyê di dema protestoya ji bo Ahmet Atakan ê li Antakyayê hate qetilkirin de, polîsan li Umît Tazegul ê 22 xistin û Tazegul di kêliya dawî de ji mirinê filitî. Polîsan milê Tazegul zîvirandin, ew avêtin erdê û 15 polîsan bi carekê bi qasî 10 deqeyan bênavber lê dan. Piştî ku Tazegul rakirin Nexweşxaneya Nimûne ya Haydarpaşayê, doktoran jê re gotin; wî emeliyat bikin jî dê êdî nikaribe milê xwe bitewîne. Tazegul bûyerên hat serê wî, ji ANF'ê re vegot.

Umît Tazegul, dema dayika wî ew danî Stargeha Zarokan a li Ayvansarayê, hînê bebek bû. Tazegul ê bi zor û zehmetiyan mezin bû, dema bû 18 salî rayedarên stargehê jê re gotin, "êdî tu dikare li ser lingê xwe bimîne" û deriyê derketina ji stargehê nîşanî wî dan. Tazegul ê 4 sal in li kolanan dijî û kir nekir ji xwe re karek nedît, niha drameke din dijî. Tazegul ê hînê 22 salî ye, ji ber lêdan û derba polîsan milê wî yê rastê seqet ma.

Li Kadikoyê, Tazegul roja 13 Îlonê beşdarî protestoya qetilkirina Ahmet Atakan bû û bi vî rengî bûyerên hat serê xwe vegot:

"Em li ber peykerê ga li hev kom bûn. Dema em ber bi avahiya AKP'ê ve dimeşiyan, pêşiya me ji aliyê TOMA û ekîbên polîsên taybet ve hat birîn. Polîsan destpêkê ava şid berdan girseyê, dûre jî bombeyên gazê û guleyên plastîk reşandin. Her kes direviyan deverekê. Ez jî ketim kolaneke navberê û bi vî rengî min xwe ji vê êrîşa dijwar rizgar kir. Dema çûm Kolana Bahriye ya girse lê kom bûbû, polîsan heqaret û xeberên giran ji girseyê re didan.

AMÎR: “WÎ BERDIN, NAXWE WÊ BIMIRE Û LI SERÊ ME BIBE BELA”

Serê sibê saet li dora 03.00 bû. Dema em bi kom ber bi Kolana Bahriye ve dimeşiyan, ekîbên polîsan ên ji nişka ve derketin pêşiya me, bi ser me ve beziya û dest bi gulereşandina fîşekên plastîk kir. Ez hingî ketim erdê. Min hewl da rabim ser piyan, 15 polîsan dor li min girtin. Yek ji wan milê min ê rastê zîvirand û min li erdê dirêj kir. Dûre jî hemûyan bi carekê êrîşî min kirin. Ez ji êşa dilebitîm, dema min got milê min şikestiye polîsekî henekê xwe bi min kir û got, "Ku dera te şikestiye bêje, emê li wir bidin" û li min didan. Bi kulm û kaskan li serî û her devera laşê min dan û hewl dan min bikujin. Ev lêdana wan herî kêm 10 deqeyan dewam kir. Dûre amîrekî polîsan hat û got, "Wî berdin, naxwe wê bimire û li serê me bibe bela". Li ser vê yekê polîsên li min didan sekinîn. Dûre min ji erdê rakirin, heqaret û xeterên giran li min kirin û yek bi yek tuf li rûyê min kirin û çûn."

MILÊ WÎ YÊ JI ALIYÊ POLÎSAN VE HAT ŞIKANDIN SEQET MA

Tazegul piştre ji aliyê şêniyên li kolanê ve rakirin nexweşxaneyê, lê pê hesiya ku milê wî yê rastê dê seqet bimîne.

"Ez milê xwe yê rastê qet hîs nakim. Ji ber derbên li serê min ketin, ez tewşî bûbûm û nekarî bimeşim. Li kolanê, mirovên ez di wî halî de dîtin, hema hatin alîkariya min. Destpêkê ez birin revîrê dûre jî, birin malekê. Doktorê ku halê min dît got, dibe ku milê min ji cih derketibe. Lê belê piştî kontrolên li Nexweşxaneya Nimûne derket holê ku milê min ê rastê ji enîşkê şikstiye. Doktorê milê min bi kilsê pêçand got, divê emeliyat bibim. Lê doktorekî din hat cem min û ji min re got, ez emeliyat bibim jî, ezê êdî nikaribim milê xwe bitewînim."

Tazegul çû Şaxê ÎHD'ê ya Stenbolê û giliyê polîsan kir û got, "Min avêtin kolanan, di ser de jî rabûn milê min seqet hiştin. Ev polîs ne mirovin."