Li Kadikoyê bi dehan binçavkirin

Li Kadikoyê bi dehan binçavkirin

Li dû operasyona bertîl û nelirêtiyê, girseya gel duh êvarê bi daxwaza 'îstifa hikûmetê' ber bi avahiya AKP'ê ya Kadikoyê ve meşiya û ji ber êrîşa polîsan pevçûn derket. Di bûyeran de nêzî 40 kes hatin binçavkirin.

Li hemberî êrîşa polîsan a bi fîşekên plastîk û bombeya gazê, bi sedan kesan bend danîn û agir dadan.

Girseya gel bi kevir û fîşekên hewayî bersiv da êrîşa polîsan û pevçûn li nava kolanan dewam kir. Hat ragihandin ku di encama pevçûnên heta derengiya şevê de herî kêm 40 kes hatine binçavkirin.

Li gorî agahiyan binçavkirî birrine Qereqola Rihtim a Kadikoyê.