Li Kadikoy û Beşîktaşê protestoya êrîşa li Licê
Li Kadikoy û Beşîktaşê protestoya êrîşa li Licê
Li Kadikoy û Beşîktaşê protestoya êrîşa li Licê
Bûyera li Licê ya li hemberî gelê ku çêkirina qereqolê protesto dikir ji aliyê leşkeran ve gule hat bikaranîn û di encama gulebarandinê de ku kesek hat qetilkirin û deh kes jî birîndar bûn li navçeyên Kadikoy û Beşîktaş ên Stenbolê hat protestokirin.
Êrîşa li hemberî gel a Licê li Stenbolê hat protestokirin. Li kolanên Kadikoy di meşa ku dirûşmayên "Li ber xwe bide Licê Kadikoy bi te re ye", “Li hemberî faşîzmê mil bi mil” li Parka Yogurtçu tê lidarxistin. Çalakvanên ku hejmara wan bi hezaran e bi dirûşmayên "Her cih berxwedan, her cih Licê", “Dewleta Kujer wê hesab bide” gihiştin sûkê.
Li Beşîktaşê jî ji bo kesê hat qetilkirin û yên hatin birîndarkirin ber bi peykerê Kartal ve meş pêk hat. Kom ku bi dirûşmayên “Gelê Licê ne bi tenê ye” gihişt ber peykerê Kartal çalakiya xwe li wir berdewam kir.