Li Kadikoy êrişa polîsan

Li Kadikoy êrişa polîsan

Piştî skandala nelirêtî û bertîlê şûnde bi sedan kes yên ku bi daxwaza îstifa kirina Hikûmetê heya Avahiya AKP’ê a Navçeya Kadikoyê meşiyan, li rastî êrişa polîsan hatin.

Girseya ku li ser bangewaziya Foruma Parqa Yugurtçû li Altiyola civiyan, destpêkê heya Parqa Mehmet Ayvalitaş meşiyan û şûnde cardin hatin Altiyolê. Li vir girseya ku ber bi Wezareta AKP’ê a Kadikoyê ve meşiyan polîsan bi ava şit û bombeyên gazê êriş bire ser girsê.

Êrişa polîsan a ku bi TOMA û wesayitên akrep girseyê bi keviran bersiv da. Piştî girse vekişiya Altiyolê şûnde jî êrişa polîsan dewam dike.