Li Kadikoy bi sedan kes bi duruşma‘ Tayyip îstifa’ kom bûn
Li Kadikoy bi sedan kes bi duruşma‘ Tayyip îstifa’ kom bûn
Li Kadikoy bi sedan kes bi duruşma‘ Tayyip îstifa’ kom bûn
Bi sedan kes li ser banga foruma parka Yogurtçu, bi duruşma ‘ Tayyip îstifa, gel biçe desthilatdariyê’ li Kadikoyê kom bûn.
Piştî ku 3 wezîran ji hukumeta AKP’ê îstifa kirin, bisedan kes bi daxaza bila serokwezîr Erdogan îstifa bike, daketin kolanan.
Li ser banga foruma parka Yogurtçu bi sedan kes li ber heykelê ga yê ku li Kadikoyê ye, hatin cem hev û bi duruşma “ Tayyip îstifa, gel biçe desthilatdariyê” qêriyan. Girseyê pankarta “ Ev qirêjî wê şoreş paqij bike” vekirin.