Li Îzmîrê tecawiza li Çewlikê hate şermezar kirin

Li Îzmîrê tecawiza li Çewlikê hate şermezar kirin

Rêxistina BDP'ê ya Menemenê bûyera 8 leşkerên ku destdirêjiya zaroka 16 salî E.A. kirin û serbest hatin berdan şermezar kir. 

Rêxistina BDP'ê ya navçeya Menemen a Îzmîrê bi armanca şermezarkirina bûyera 8 leşkerên ku dest dirêjiya zaroka 16 salî E.A. kirin û serbest hatin berdan li ber avahiya partiyê meşek li dar xist û daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de dowîzên wekî " N.Ç., N.S., E.A. zarokên ku bêexlaqî mezin dibe navê wan kin dibin", "E.A. ne bêxwediye" û "Adalet niha kor, ker û lale" hate hildan û dirûşmên wekî "Zext nikare me bêzar bike" û "Bila tecawizkar bên girtin" hate qîr kirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, divê kesên ev kiryarên qirêj pêkanîne werin dadgehkirin û darizandin.

Daxuyanî bi avêtina dirûşman bi dawî bû.