Li Îzmîrê pevçûn

Li Îzmîrê pevçûn

Li ser banga Foruma Gel a Îzmîrê girseya gel li himber ‘nelirêtî, talan, bertîl û diziya AKP’ê’ dest bi çalakiyê kir. Dinavbera polîs û çalakvanan de pevçûn derket. Çalakvanên ku barîqat danîn û rê ji hatûçonêre girtin,  3 şaxên banqa û 6 ATM û Burgerkingek xera kirin.

Girseya ku liser banga Foruma Gel a Izmîrê li Alsancak liber pastaxaneya Sevînç hatin cemhev, AKP’ê vexwendin îstifayê.

Girse jiwê derê berbi deriyê Fuara Lozanê rast berê xwe dan meydana Basmane. Girseyê rê li hatûçonê girtin, 3 şaxên banqa û 6 ATM û Burgerkingek xera kirin.

Piştre girseyê xwast berbi avahiya AKP’ê ya ku li meydana Basmane yê ye bi meşe. Polîsan ji bo girseyê astengî derxistinû dinava girse û polîsan de pevçûn derket. Polîsan bi TOMA û gaza bîberê mudaxeleyî girseyê kirin. Pevçûn hîna berdewam dikin.