Li Îzmîrê pêşî li provokasyona nîjadperest hat girtin
Li Îzmîrê pêşî li provokasyona nîjadperest hat girtin
Li Îzmîrê pêşî li provokasyona nîjadperest hat girtin
Meşa HDP'ê ya ji bo piştevaniya Kobanê dihat xwestin bê lidarxistin, ji ber komên nîjadperest ên li ser medya civakî xwe birêxistin kirin, hat betalkirin. HDP'ê li Kolana Kibris Şehîtlerî daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku ew i cem Kobanê ne û ew ê destûrê nedin provokasyonan.
Li ser banga Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê bi sedan kes li ber devê Kolana Kibris Şehîtlerî hatin cem hev. Komên nîjadperest ên bihîst wê HDP'yî bicivin, li ser medya sosyal ji bo heman cihî banga kombûnê kirin. Li ser vê yekê HDP'ê meşa girseyî ya plan kiribû ji Kolana Kibris Şehîtlerî heta Meydana Gundogdûyê lidar bixe betal kir û li cihê kombûnê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Li ser navê girseyê Aktîvîstê Meclîsa Aştiyê Coşkûn Ustercî axivî û got, "Li ser banga HDP'ê em li vir civiyan û me xwestin careke din piştevaniya xwe ya ji bo Kobanê biqîrin. Lê belê komeke faşîst xwest provokasyonê bike û li ser medya civakî bi gotina 'rahêjin alên xwe û bên' bang kir. Ji ber vê yekê me meşa xwe ya ji vê derê heta Meydana Gundogdû betal kirin. Em ê rê nedin provokasyonên derkevin holê. Em vê yekê ne ji ber tirsê ne jî ji ber xwe vegirtinê dikin. Em vê yekê bi tenê ji bo nekevin xefika provokasyonê dikin. Em spasiyên xwe pêşkêşî tevahiya gelê xwe yê ji bo piştgirîdayîna Kobanê hatiye dikin. Weke Îzmîr em li vir piştevaniya xwe bilind bikin."
Piştre Parêzer Mehmet Bayraktar bi Kurdî axivî, bibîr xist ku li Kobanê berxwedaneke mezin tê dayîn û destnîşan kir ku weke Îzmîr ew amade ne ji her alî ve destekê bidin vê berxwedanê.
Li dû daxuyaniyê çalakî bi dirûşmên "Her der Kobanê, her der berxwedan", "Li ber xwe bide Kobanê Îzmîr bi te re ye", "Bijî Berxwedana YPG'ê", "Bijî Biratiya Gelan" û xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" bi dawî bû.
Hat ragihandin ku koma nîjadperest jî li aliyê Gumruk ê Kolana Kibris Şehîtlerî ye û polîsan di navbera her du girseyan de tedbîr girtine.