Bi îdîaya ku li Zanîngeha Egeyê biboneya salvegera damezirandina PKK’ê stand vekirine û afîş daliqandine polîsan êrîşî xwendekarên welatparêz kir û nêzî 20 xwendekaran binçavkirin.
Bi boneya 27’ê Mijdarê 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê afîşên ku amadekiribûn bi îdîaya ku, li standa rojnameyê ya li ber Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Egeyê û cihên cûda yên dibistanê hatine daliqandin, polîsan êrîşî xwendekarên welatparêz kir. Nêzî sed polîsan derdorê standa xwendekar lê bûn dorpêç kirin û nêzî 20 xwendekarên li vir binçavkirin.