Li Îzmîrê mîlîsên DGH’ê cezayê faşîstên ku êrîşî goristanê kirin birîn
Li Îzmîrê mîlîsên Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) yê li bajaroka Ayrancilarê 5 wesayîtên faşîstên ku êrîşî goristana gêrîlayê HPG ê Recep Karataş kiribûn şewitandin.
Li Îzmîrê mîlîsên Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) yê li bajaroka Ayrancilarê 5 wesayîtên faşîstên ku êrîşî goristana gêrîlayê HPG ê Recep Karataş kiribûn şewitandin.
Gêrîlayê HPG ê Recep Karataş (Roj Gabar) ku 7’ê Mijdarê li herêma Avgasor a Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Torbalîyê li Goristana Ayrancilarê hatibû veşartin.
Piştre komên faşîst ên li navçeyê kom bibûn, êrîşî gora Karataş a li Goristana Ayrancilarê kiribûn.
Piştî bûyerê, mîlîsên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Îzmîrê (DGH) ew faşîstên ku êrîşê goristanê kiribûn di dîmenên medyayê de tespît kirin û şeva 28’ê Mijdarê li Bajarokê Ayrancilarê bi dirûşmeyên “Tolhildan Tolhildan” 5 wesayîtên faşîstan şewitandin. Mîlîsan li taxê demek dirêj propaganda kirin û ragihandin ku zû an jî dereng wê faşîstan ceza bikin.
DGH li ser torên civakî daxuyanî da û got, “Wek mîlîtanên DGH Îzmîrê, em ê xeta berxwedêr a rêheval Roj Gabar bi çalakiyên xwe berdewam bikin. Ew kesên ku êrîşî gora Heval Roj kirine bila vê yekê baş bizanibin ku ev êrîş wê bêbersiv nemîne. Me ew kesên ku pankarta “Em sax û miriyên we naxwazin” vekirine , diyar kirine. Bajarokê Ayrancilarê wê ji wan faşîstan re bibe goristan. Em ê wan faşîstan yek bi yek di wê goristanê de veşêrin. Êrîşa faşîst wê qat bi qat bersiva xwe bibîne.”