Li Îzmîrê li 5 cihên cuda pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
Li Îzmîrê li 5 cihên cuda pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
Li Îzmîrê li 5 cihên cuda pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îzmîrê li 5 nokteyên cuda hat pîrozkirin.
Li Gazîemîr, Bayrakli, Bornova, Karabglar û Çîgli pîrozbahî pêk hatin û ji 7’an heta 70’ê her kes tevli bûn. Di axaftinan peyame ‘Em dixwazin di sala pêş de bi Ocalan re rojbûna wî pîroz bikin’ hat dayîn.
Peyama 4’ê Nîsanê a Ocalan hat xwendin û tevlibûna jina û zarokan balkişand. Jinan bi cil û bergên xwe yên netewî tevli bûn. Govend hat gerandin û fîşekên hewayi hatin avêtin.
Li qada pîrozbahiyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan hatin daliqandin û her wiha bê navber dirûşmeyên ‘Bijî serok Apo’, ‘ Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo’ hatin qêrîn.
Di pîrozbahiya li navçeya Gazîemîr ya BDP’ê pêk hat de hevserokê BDP’a Îzmîrê Fuat Mîkaîloglu axivî û diyar kir ku gelê kurd her tim rastî îşkenceyan hatiye lê tu carî serî netewandiye û got: “Me peyama Birêz Ocalan girt. Ger ku tiştên Birêz Ocalan ji me xwestiye em pêk bînin, em ê sala pêş rojbûna Ocala li Amarayê bi hevre pêk bînin. Gelê kurd dixwaza Ocalan di nava xwe de bibîne.
Piştre Hevseroka BDP’a Gazîemîrê Ayşe Ayaş axivî got: “ Birêz Ocalan em bi te re bi ser ketin. Te gelekî ku hatibû wendakirin, ji nûve şîn kir. Te her tişt li Rihayê zindî kir. Vejîna te vejîna me ye. Biryara te biryara me ye.”