Li Îzmirê Komeleya kêmendaman Akbûlûtê AKP’î şermezar kir

Li Îzmirê Komeleya kêmendaman Akbûlûtê AKP’î şermezar kir

Li Îzmîrê ji aliyê Komeleya Kêmendaman ve parlemeterê AKP’ê yê Tekirdagê Ziyadîn Akbûlûtê ku gotî ‘Me kêmendam jî xistin cihê mirovan’ protesto kirin.

Endamên Komeleya Kêmendaman li ber kuleya Seata Konakê hatin çem hev û gotinê, Parlemeterê AKP’ê yê Tekirdagê Ziyadîn Akbûlûtê ku di rojên bûrî de li daxuyaniyê de gotibû:“ Di sala 2005’an de bi zagona me derxistî,  kêmendam jî me xistin cihê mirovan.” Protesto kirin.

Derdora 25 nûnerên  Komeleya Kêmendaman tevlî çalekiyê bûn. Li ser navê çalekgeran Gunduz Koçak daxuyanî xwend.

Koçak, axivtinên Akbûlûtê AKP’î wek heqaretê nîrxand û destnîşan kir ku divê rayedar tişta pêwist di derbarê mijarê de bikin.