Li Îzmîrê di bîranîna Roboskî de hejmara binçav kirina giha 18

Li Îzmîrê di bîranîna Roboskî de hejmara binçav kirina giha 18

Li Îzmîrê piştî çalekiya bi bûneya salvegera komkujiya Roboskî hat li darxistin şûnde polîsan êrişî girsê kir. Di êrişê de 18 kes hatin binçav kirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Piştî çalekiya ‘Bi bîranîna komkujiya Roboskî’ a ku li pêş Sumerbanka berê a Konaka HDP’ê dema girse belav dibû, komekî ciwanan ku xwestin ‘komkujiya Roboskî û nelirêtiyê’ bi daxuyaniyekî çapemeniyê şermezar bikin, polîsan destwerdanî çalekiya ciwanan kir.

Daxuyaniya ku dihate xwestin bê kirin li ser destor nedana polîsan ku tûndî bi karanîn 18 kes xistin binçavan de. Hat hînbûn ku di bîlançûya bûhrî de 7 kes hatibûn binçav kirin.

Polîsan ciwan bi erdê ve xijikandin û xistin wesayitên polîsan de. Ji yên ku hatin binçav kirin dema dest û lingên du kesan şikestin li Nexweşaneya Dewlwetê a Alsancakê kontrola wan tê kirin.