Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Îzmîrê aqûbeta Altunkaynakê 12 salî hate pirsîn

Li Îzmîrê aqûbeta Altunkaynakê 12 salî hate pirsîn

Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan, ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Sumerbanka Berê daxuyaniyê da çapemeniyê. ÎHD'ê vê hefteyê aqûbeta Dawut Altunkaynak yê di sala 1995'an de hate revandin û windakiri pirsîn. ÎHD'ê diyar kir ku, Suleyman Demîrel, Tansu Çîller, Dogan Gureş berpirsiyarên windayanin.

Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin 2 hefteye li Sumerbanka Berê çalakiyê pêk tîne. ÎHD'ê îro jî ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li heman qadê daxuyaniyê da çapemeniyê. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD'ê nûnerên saziyên sivîl yên civakî amade bûn. Di çalakiyê de pankarta "Winda diyarin, kujer li ku ne?" vekirin. ÎHD'ê dîsa wêneyên kesên hatin revandin û windakirin bilind kirin û aqûmeta windayan pirsîn.

Li ser navê komê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Adnan Kaya diyar kir ku, dewletê bi sedan welatî binçavkirin û di bin çavan de winda kir û wiha got: "Hin kes di şevê tarî de ji malê haten binçavkirin, hin kes di kolanên tenê de hatin binçavkirin. Hin kes jî li nava civakê hatin binçavkirin û windakirin."

AQÛBETA ALTUNKAYNAKÊ 12 SALÎ HETA PIRSÎN

Kaya di çalakiyêde çîroka Davut Altunkaynak yê 12 salî ku di 29'ê Mijdara 1995'an de hate revandin û windakirin pirsî û wiha got: "Davut Altunkaynak di 12 saliya xwe de dema diçû dibistanê di 29'ê Mijdarê de ji aliyê leşkeran ve li Kerboranê hate revandin. Leşkeran ji mala mamê Dawut, Dawut binçavkirin û birin Fermandariya Tabûra Kerbaranê. Dayîka Dawut Hayat Altunkaynak, ev 17 salin li pey şopa kurê xwe ye. Berpirsiyarê windakirinan Suleyman Demirel, Tansu Çîller, Dogan Gureşe."