Li Îzmîrê 70 kes hatin binçavkirin
Li Îzmîrê 70 kes hatin binçavkirin
Li Îzmîrê 70 kes hatin binçavkirin
Li Îzmîrê, polêsan avêtin ser konên li Qada Gundogdû ya bi armanca piştgiriya berxwedana Taksîmê hatibûn vedan û 70 kes kirin binçavan.
Polêsan, îro danê sibê saet li dora 06.30 de dor li konên li Qada Gundogdû ya Îzmîrê bi piştgiriya berxwedana Taksîmê hatibûn vedan, girtin.
Li gel astengiya girseya gel jî, polêsan dest danîn ser konên li qadê û li gorî lîsteya di dest de dest bi binçavkirinan kirin.
Li gel endamên ESP'ê Dîlek Keskîn û Seda Baykan, 70 kes ji aliyê polêsan ve bi lêdanê hatin binçavkirin.
Ji bilî van binçavkirinan, hat ragihand ku polêsan endamê ESP'ê Sercan Ustuntaş û xwendevanekî kovara Kaldiraç Denîz ê paşnavê wî-ê nehat zanîn, li wesaîteke sivîl siwar kirine û ew revandine.
Ji aliyê din ve, li dû binçavkirinan polêsan dest bi serdegirtinên malan kirin.
Hat ragihandin, ku polêsan serê sibê avêtine ser malên xwendevanên kovara Parîzan Elîf û Vedat ên paşnavên wan nehat zanîn.