Li Îzmîrê 13 kes hatin girtin

Li Îzmîrê 13 kes hatin girtin

Li Îzmîrê, ji 14 kesên hatin binçavkirin û duh radestî dadgehê hatin kirin, 13 jê hatin girtin.

14 kesên di serdegirtina polîsan a li konên Qada Gundogdû ya Îzmîrê hatin binçavkirin, duh derketin pêşberî dadgehê û 13 ji wan hatin girtin, yek serbest hat berdan.

Navên kesên hatine girtin weha ne: "Alî Huseyîn Ahîrcî, Vedat Yener, Îbrahîm Kaya, Elîf Kaya, Kubîlay Yîgît, Hakan Polat, Ozan Adiyaman, Erhan Înal, Îzzet Ûysal, Akgun Irgat, Çaglar Korkût, Cem Bariş, Çakil Saît Ozdemîr."