Li Îzmîrê 11 kes hatin girtin

Li Îzmîrê 11 kes hatin girtin

Ji 15 kesên di operasyonên li dijî beşdarên çalakiyên destekkirina berxwedêrên Parka Gezî de hatin binçavkirin 11 jê hatin girtin. Li Îzmîrê ji 31'ê Gulanê û vir ve hejmara kesên hatine girtin, derket 48'an.

15 kesên di operasyonên li dijî beşdarên çalakiyên destekkirina berxwedêrên Parka Geziyê de li gel Îzmîrê li çar bajaran hatin binçavkirin, duh êvarî derketin pêşberî edliyê.

2 kes ji aliyê dozgeriyê ve serbest hatin berdan û 11 kes jî bi sûcdariya "zerar dane malê dewletê", "endametiya rêxistinê" û "gel sor kiriye" bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin. Der heqê 11 kesan de biryara girtinê hat dayîn û ji bo 2 kesan jî biryar hat dayîn ku bi awayekî serbest, bên darizandin.

Di 3 operasyonên ji navenda Îzmîrê de, beriya niha ji 42 binçavkiriyan 37 kes hatibûn girtin. Bi girtinên dawî re hejmara kesên li Îzmîrê hatine girtin derket 48'an.