Li ÎU panela ‘şoreşa Rojava û berxwedana jinê’
Li ÎU panela ‘şoreşa Rojava û berxwedana jinê’
Li ÎU panela ‘şoreşa Rojava û berxwedana jinê’
Li Kuluba Genç Vîzyon a Fikir û Çandê, Salona 7. a Amfî ya Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê bi mijara, "Şoreşa Rojava û berxwedana jinê” panelek hat lidarxistin. Mamostaya Zanîngeha Bogazîçî Doç Dr. a Alîkar Nazan Ustundag a di panelê de axivî diyar kir wê cara yekemîn, dîroka bindestan dubare nebe û got, “Dema DAIŞ ket Kobanê qirkirina Dêrsim, Helebçe, Ermeniyan hat bîra me, lê wê mîna wan bi encam nebe.”
Li Kuluba Genç Vîzyon a Fikir û Çandê, Salona 7. a Amfî ya Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê bi mijara, "Şoreşa Rojava û berxwedana jinê” panelek hat lidarxistin. Di panelê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Parlamentera Mêrdînê ya HDP’ê Gulser Yildirim, Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Azad Ercan Kanar û Mamosteya Beşa Sosyolojî ya Zanîngeha Bogazîçî Doç. Dr. a Alîkar Nazan Ustundag wek axaftvan di panelê de amade bûn. Di panelê de destpêkê Parlamentera Mêrdînê ya HDP’ê Gulser Yildirim axivî.
Yildirim ku got, “Li Rojava bi destê jinê azadî pêş dikeve”, diyar kir têkoşîna azadiyê ya YPJ li Kobanê pêş dixe, têkoşîna azadiyê ya tevayî Kurdistan û cîhanê ye.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî diyar kir ku gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê dikevin pêvajoyeke nû demokrasiyê û nûbûnê û yekemîn rawestgeha vê jî Rojava ye.
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Azad parêzer Ercan Kanar jî, diyar kir ku wê qedera Rojhilata Navîn di pêvajoya pêşiya me de di lehê gelan de biguhere û got ku wê berxwedana li Rojhilata Navîn serî li hember DAIŞ û rejîmên paşverû yên li herêmê netewîne.
Di panelê de herî dawî Mamostaya Beşa Sosyolojî ya Zanîngeha Bogazîçî Doç. Dr. a Alîkar Nazan Ustundag ku axivî, çavdêriyên xwe yên li Kantona Cizîrê ya Rojava ragihand. Ustundag, diyar kir wê cara yekemîn dîroka bindestan dubare nebe û got, “Dema DAIŞ ket Kobanê qirkirina Dêrsim, Helebçe, Ermeniyan hat bîra me, lê wê mîna ya wan bi encam nebe.”
Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.