Li Italyayê konferansa konfederalîzma  demokratîk

Fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Italyayê Romayê bi konferanseke berfireh têne nîqaşkirin. Li konferansê ji Emerîkaya Latîn, Ingiltere, Efrîkaya Başûr û Filîpînan gelek akademisyen hazir in.

Di beşê îro yê konferansê de li ser milliyetgiriya ku geş bûye û krîza kapîtalîzmê pêşniyarên ji bo çareseriyê hatin kirin.

Konferansa Konfederalîzma Demokratîk a li Roma ya Italyayê di roja duyan de didome.

Konferans bi vîdeoyeke ku dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Romayê bû hate nîşandan û di beşê duyan ê konferansê de mijarên girîng hatin axaftin.

Di konferansê de mijarên geşbûna milliyetgiriyê, penaberan û krîza netewdewletê ji hêla beşdaran ve hatin nîqaşkirin. 

Endamê berê yê FARC'ê Vîctorî Sandîno li ser rengên mêtingeriyê ya Emerîkaya Latîn axivî.

Her wiha lêkolîner Gelnîs Balangue ku ji Filîpînan hatî bandora mêtingeriya li ser Asyayê vegot.

Hevseroka KNK'ê Nîlûfer Koç bi sernavê alternatîfa modêla netewdewletê û neteweya demokratîk axivî.

Akademîsyen Nazan Ustundag derbarê hêzê, piştre nivîskar û felsefefan Salvatore Malînconîco li ser krîza kapîtalîzmê axivî.

Akademîsyen Federîca Gîardînî jî têkiliya di navbeyna Patrîarka û neolîberalîzmê de vekir.

Dawiya panêla pêşî ji bo şoreşa jinan a Rojava hate veqetandin.

Aktivîsta Kongra Star Reyxax Şêxmûr têkoşîna jinan a li Bakurê Sûriyê vegot. 

Di  beşê duyan ê panêlê de pozîtîvîzm û pos-modernîzm hate nirxandin.

Ji Zanîngeha Kablîrayê Laura Corradî panêlek hate kirin û li ser xebatên ekolojî û aboriyê yên li Kurdistanê hate axaftin.

Endamê Komîteya Aborî û Ekolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ahmed Ûsiv ev mijar vegot.

Ji Zanîngeha Sem Terra a Brezilyayê Danîel Mancîo behsa aboriya komunal kir.

Ppiştre jî pirsgirêkên hawîrdorê hate axafin û pêşniyarên çareseriyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser vê mijarê hatin axaftin.