Li Iraqê wekîlê Sunniyan hat binçavkirin, birayê wî û 5 kes hatin kuştin
Li Iraqê wekîlê Sunniyan hat binçavkirin, birayê wî û 5 kes hatin kuştin
Li Iraqê wekîlê Sunniyan hat binçavkirin, birayê wî û 5 kes hatin kuştin
Di serdegirtina hêzên ewlehiyên Iraqê, li ser mala parlementerê Sunniyan de, wekîl hat binçav kirin û birayê wî û 5 parêzevên wî di pevçûnan de mirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê berpirsekî polîsan ji AFP’ê re hatî kirin de tê gotin ku vê sibehê hêzên ewlehiyê li navenda Ramadiyê ji bo parlementer Ehmed El Alwanî bikin binçavan de êrîş pêk anîne. Evî rayedarî destnîşan kir ku ev serdegirtin bû sedem ku pevçûn di navbera parastvanên Alwanî û hêzên ewlehiyê de pêkwerin. Îdia kir ku parastvanan jî bi çekên otomatîk û narincokan bersiv dane.
Çavakaniyên polîsan dan diyar kirin ku di pevçûnê de biravê Alwanî û 5 parastvanên wî hatîne kuştin û 8 kes jî birîndar bûne, ji hêzên ewlehiyê jî 10 kes birîndar bûne. Nexweşxaneya Ramandî jî bilavçoya pevçûnê pişt rast kir.
Ta niha sedemê binçavkirina Alwanî nayê zanîn.
Ji serê salê ta niha 6 hezar û 700 kesan di bûyerên tundiyê de jiyana xwe ji dest dane.