Li Iraqê şerê DAIŞ kûr dibe
Li Iraqê şerê DAIŞ kûr dibe
Li Iraqê şerê DAIŞ kûr dibe
Hat ragihandin ku artêşa Iraqê çeteyên DAIŞ ji derdora Babîl û Bexda dûr xistiye û çete ji Tîkrîtê jî vekişiyane. Artêşa Iraqê ji Felluce vedikişe.
Navendên nûçeyan ên nêzî hikûmeta Iraqê ragihandin ku çeperên DAIŞ ên li derdora Iraqê şkestine û çete paşde diçin. Ev vekişîn di encama êrîşên hêzên hewayî yên Iraqê û koalîsyonê de ne, yan taktîk e nehat fêmkirin.
LI EYALETA BABÎL 100 ÇETEYÊN DAIŞ HATIN GIRTIN
Serokê Konseya Ewlekariyê ya Eyaleta Babîl a Iraqê, ragihand ku 100 kesên endamên çeteyên DAIŞ û du emîran xwe radestî artêşa Iraqê kirine. Hat ragihandin ku di nav kesên teslîm bûne, lîderên EL Qaîde yên di salên 2003-2005’an de tevlî êrîşên li Iraqê bûne jî hene.
Fermandarê operasyonê yê herêma Selahattîn diyar kir di operasyonên li hember bajarê Becî yê li Bakurê Tîkrît 7 gund ji çeteyên DAIŞ hatine paqijkirin. Di operasyonên paqijkirina çeteyan ji bajêr di nav 24 saetan de rêya Bexda-Kerkûk û Samara-Tîkrît ket bin kontrolê.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Iraqê Muhammed Eskerî jî got ku bajaroka Cerf Essehir a girêdayî Babîl û herêma Ruweiye ji çeteyan hatiye rizgarkirin. Hat ragihandin ku di encama operasyonan de 60 çete hatine kuştin.
ARTÊŞA IRAQÊ DUVELÎBE KIR KONTROLA XWE
Herêma Duvelîbe ya li başûrê Bexda ku ji çeteyên DAIŞ hatiye rizgarkirin, ji aliyê Fermandariya Operasyonên Bexda ve hat teyîtkirin.
Hat ragihandin ku di operasyonê de 43 çete hatine kuştin, gelek çek û cebilxane hatiye desteserkirin.
BALAFIRÊN IRAQÊ ÇEPERÊN DAIŞ BOMBARDÛMAN KIR
Hêzên Hewayî yên Iraqê jî di çarçoveya şerê li hemberî çeteyên DAIŞ, çeperên çeteyan ên Anbar, Samarra, û Cezîre Badiye bombardûman kir.