Li Iraqê raperîna gel: Li Necefê balafirgeh hate dagirkirin

Li bajarê petrolê Basara yê dikeve başûrê Iraqê çalakiyên li dijî bêkariyê berbelavî Necefê jî bû, li balafirgeha li bajêr çalakî hate lidarxistin.

Li bajarê petrolê yê Iraqê li Basrayê, ev çend roj in li dijî bêkariyê çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Duh çalakî berbelavî Necefê jî bû.

LI BASRA, NASIRIYE Û AMARAYÊ ÇALAKIYÊN PROTESTOYÊ

Bi sedan kesî bi hewldana dagirkirina Balafireha Necefê çalakî lidarxistin. Lîderê Şiî Alî El Sîstanî jî desteka xwe ya ji bo çalakgeran ragihand.

Duh li navenda çalakiyan Basrayê çalakiyên tund hatin lidarxistin. Li aliyê din li bajarê Amara û Nasiriyeyê jî li dijî gendelî, bêkarî û xizmetên kamûyê yên kêm çalakî hatin lidarxistn.

EBADÎ DAXWAZAN MAFDAR DIBÎNE!

Li aliyê din piştî ku çalakiyên protestoyê giran bûn duh Serokwezîr Haydar Ebadî çû Basrayê û qebûl kir ku daxwazên gel mafdar in. Ebadî li ser televîzyonê bang li gel kir û wiha got; “Hemwelatiyên me yên hêja êşên we dizanin em piştgiriya daxwazên we dikin.”

Li Iraqê, çavkaniyên petrolê 89 ji sedî yê budçeyê ne, 99 ji sedî yê îxracatê ne. Lê tevî vê yekê jî ji bo mirovên xwecihî tenê bi rêjeya 1 ji sedî kar tê dayin. Şîrketên petrolê yên biyanî bi giranî karkerên biyanî dixebitînin.

Li gorî daneyên fermî yên Iraqê, bêkariya li Iraqê 10.8 ji sedî ye. Ciwanên emrê wan kêmî 24 salî ye, 60 ji sedî yê nifûsa welêt e.